
Evîna Dil
Evîna dil, te dil kirye birîndar Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik Ketim heştê, ji nûve bûm evîndar
Diran û çav û dil pêkve şikestin Û porê min sipî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dipî pîr Ji bona min nema hêjan e her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim Weke berxê dinav pencên gurê har
Cihan pêkve di çavê min de xweş bû Niha, pîr im, di çavê min de bû sar
Şeva reş pej vedane, hate ser min Ku roja min liber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayar
Evîna min wekî hespê çeleng e Revandim ez, ne zengo û ne hevsar
Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar?
Ketim heştê û serjêr bûme deştê Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm Ji ber xapan, niha ez bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz Dinalim ez wekî Hirçê birîndar
Cigerxwîn bes bibêje, pir dirêje Bese kurdo, ji xew rabe tu hi?yar ...!
Cigerxwin
HakaN
|
|