DogubayazitNet.com

Xatire Te Daye

Çawa îro “ Xatirê te dibêjim!” Ma ez rêwi me dayê?Ecêbek hate serê min gelo?Çima ji te, ji van rengan,ji vê malê vediqetim?Dibe ku ez dîn û cunî bûme dayê?An ji sirûşta jîyanê ye ev? Xatirê te dayê,Ez diçim!...Dibe ku germayîya singê te,stran û henekên bavê minmin tenê nehêlin,nerehet bikin di şevên rengîn li maleke din. Xatirê te dayê!Evqas sal û zemanser û bin dibin,ewqas xeyalên pirbask,dibe ku wunda bibin,û reş tarîyan li dewsa xwe bihêlin?Dibe ku keskesorê ezmanaqet nebînim,an jî hin xweşiktir û bedewtir bibe!Birûyên qor,çavên jîyan tijî,bijangên te dibe kutenê bêne xewnên minû mina tîrên hevalên bêbextli ser dilê minê nazik kevin nişkêva an ji wek hesreta welat hêdi hêdibihêwêrin nav canê min... De xatirê we!....... 04.07.1997 Dikana Beko


Vazgal Bazîdî

HakaN



DogubayazitNet.com
http://dogubayazitnet.com

Şiirin adresi:
http://dogubayazitnet.com/modules.php?name=Siir_03&op=showcontent&id=31