Newaya mutrib û çengê
Newaya mutrib û çengê Fixan avête xerçengê Were saqî heta kengê Neşûyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî Binoşîn da bi muştaqî Ela ya eyyuhe s-saqî Edir ke’sen we-nawilha
Ko katib dêmî cedwel kit Şikeste xet muselsel kit Ji yek herfan mufessel kit Kî ye yê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel Çi tavêtin sirûd ewwel Ki ‘işq asan nimûd ewwel Welê uftadi muşkilha
Ji mihra wê şefeqse‘dê Şirînle‘lê şekerwe‘dê Dinalim şubhetê re‘dê ‘Ecîb im lê ji vê ce‘dê
Ki dil ra tabi herçîneş Bi kufrê mîbered dîneş Zi tabi ce‘di muşkîneş Çi xûn uftadi der dilha
Di vê taqê di vê xanê Me ‘eyş û êminî kanê Kesê dest dit ji dewranê Nihalik vê gulistanê
Der axûşeş çû meyared Ki ez dil caneş buspared Ceres firyadi mîdared Ki ber bendîdi mehmilha
Bi Qur’anê bi ayatê Eger pîrê xerabatê Bebêjit secde bin latê Murîdên wî dibin qatê
Murîd er bêbeser nebwed Zi fermaneş bider nebwed Ki salik bêxeber nebwed Zi resm û rahi menzilha
Şevê zulmat û deryayê Ji mewcan qet xeber nayê Şikestî keştiya bayê Ecacê wê şefeq dayê
Ji herfan mah û sali ma Nehat der şikli fali ma Kuca danendi hali ma Sibikbarani sahilha
Me ra ji ewwel çi bir xamî Kişand axir bi bednamî Ji rengê Se‘dî û Camî Ji şuhret pê hisîn ‘amî
Bi deng û bang û awazê Dibêjit nexmeya sazê Nihan key manedan razê K’ez û sazendi mehfilha
Ji hafiz qutbê şîrazî Mela fehm er bikî razî Bi awazê ney û sazî Bibî ber çerxê perwazî
Tuzed min hubbihe s-sefwa Bihi ehlu l-hewa neşwa Meta ma telqe men tehwa De‘i d-dunya we-ehmilha
( Ji Dîwana Melayê Cezîrî )
Eklenme: 21-07-2007 Şair: Melayê Ceziri Gönderen Uye: HakaN Hit: 4 [ Geri dön | Yorum Ekle | Sevdiklerinize gönderin | Yazdırın ]
|