Yarê!
Were,
derdê min li xeman
xeman li kulan barke,
bibe li ser çîyayê Agirî
bide ber bayê,
Bila biçin dermanên xwe bibînin
derdorê kirê Gilîdaxê.
Bila çivîkên masîgir
li ser gola Wanê
bera xwe bidine alîyê Çaldiran
qîje-vîja kesaran sêrbikin
li ser kirê Tendûrekê.
Piştra êrîş bibin
û tar û mar bikin wana.
Bila ji Kela Makûyê
cotek kewok bifirin
û bi per û baskên xwe
wana ji hev veqetînin,
bi kenên xwe
kulan sar bikin.
Bila li beyarên Elegezê
di dewata gur û rovîyan da
merez hêdî hêdî wunda bibin
û bêçare xwe bavêjine
bextê Erez,
bila Erez jî wana nehebîne
li ber tofana deşta Îdirê biqelin, nemînin.
Bila çemê Muradê
bighîje hewarîyê
û wana bihelîne nav lepên xwe
her yekî bihêre nav pelên xwe
bihêle bê dirb û bê rê
û em jî vegerın….
04.10.1999 Dıkan Beko