Eger rojek bêhna te teng dibe,wek agirên helandili bin
Çiyayê Agirîû lê ye, qulek bibîne û biherike bi dilê xwe yê hêrs,berfên çîl–spî bîne bîra xweyên ku, pala xwe dane ser sêr wê bi hezaran sal e,bê xem, bê liv disekinin.An jî zaroktîya xwe bîne dewsa şûşa televizyonê dayneû lê têr mêze bike. Heke, roja havînê, ricaf te digreBerf û bagerên deşta Elaşgirdê,an ji pencera qeşa girtîbîne bira xwe, yên nav kûçên Qerakosê.û nav hîveronan. Eger, xem rojek ser dilê te hêlîn çêdikebê dilê te,xwe berde nava pelên çemê Mûradêbila ew te bibe heta Firatê,an ji tev bilbilên zozanên Behdinan bistrêbi ahenga bav û bapîran. Eger, şev xew li te heram dibebifire bi kevokên welat, li Gelîyê Zîlan li Tendûrek, pişt ra, xwe berde warê Mem û ZinêHulma Dîclê bila li te xe,lê danekeve erdê. Eger, sar bûyi ji vê dinêrojên derbas bûyi yên bi hela –helbîne bîra xwe,rojên pêş yên delal û bextewarcarek dîsa bixe hişê xweû bimeşe wek berê helal. Bedbînî û xweşbînîşer jî hesret jîli hev hatin û aşitî jîhebe eger dilên me dali dawîyêyeqîn wê bê azadî.
20.06.1998 Dikana Beko